Welatiyên Dêrazorê li dijî êrişên dewleta Tirk daketin qadan

Çalakiyên gelên herêmê yên li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker dewam dikin. Xelqê Dêrazorê li dijî êrişan daketin qadan. Şêniyên gundê Til Zêwan ê Qamişlo jî diyar kirin ku ew ê li dijî êrişan xaka xwe biparêzin û li ber xwe bidin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Meclisa Herêma Rojavayê Dêrazorê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk meşiyan.

Bi sedan şênî û endamên saziyên Rêveberiya Xweser beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakî li pêş Meclisa Herêma Rojavayê Dêrazorê veguherî mêtingê.

Li wir daxuyaniyek bi navê Meclisa Herêma Rojavayê Dêrazorê ji aliyê Ebûd El Eran ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de sûc û binpêkirinê dewleta Tirk li ser herêmê hate şermezar kirin û hat gotin: Êrişên dewleta Tirk binpêkirina qanûnên navnetewî ye û xeteriyê li ser jiyana bi mîlyonan kesî dike.

Her wiha bang li civata navneteweyî hate kirin ku dewleta Tirk ji xaka Sûriyê derxînin û êrişên wê li ser herêmê rawestînin.

​​​​​​​Şêniyên gundê Til Zêwan: Em xaka xwe ji dagirkeran re nahêlin

Şêniyên gundê Til Zêwan ê Qamişlo yê ku vê sibê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hate hedefgirtin, bertek nîşanî êirşan dan.

Şêniyan piştrast kirin ku ewê dev ji xaka xwe bernedin û li dijî êrişan li berxwer bidin.

Back to top button