Qedrî Cemîl: Peymana her du aliyan ji bo hevdîtina aliyê Sûrî nimûne ye

Têkildarî peymana lihevkirinê di navbera Meclisa Sûriya demokratîk û partiya Vîna Gel a Sûrî de sekreterê partiyê Dr.Qedrî Cemîl û Hevserokê MSD’ê Riyad Dirar tevlî bernameya El-Hadas a televizyona me bûn.

Sekreterê partiya vîna Gel Qedrî Cemîl da zanîn ku peymana di navbera wan û MSD’ê de di çarçoveya vejandina danûstandinên Cinêvê de li gorî biryara 2254 de ye.

Her wiha diyar kir ku aliyên herêmê dixwazin hêzên Sûrî yên niştîmanî ji danûstandinên çareseriya aloziya Sûrî bi dûr bixin û wiha dewam kir;

peymana me li gel MSD’ê wê rê li ber planên bidûrxistina hêzên Sûrî ji danûstandinan bigire.

Qedrî Cemîl got ku Rûsiya keyfxweşiya xwe ji peymanê re nîşan daye û got ku ew ê piştgiriyê bidin diyalogên bi vî rengî.

Riyad Dirar: Wê li ser vê peymanê rê li diyalogên Sûrî – Sûrî dûrî ajandeyên derve vebe

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk Riyad Dirar jî got ku peyman gaveke dîrokî ji bo çareseriya aloziya Sûriyê ye û wiha dewam kir;

Em dikarin li ser vê peymanê tiştên din ava bikin û aliyên Sûrî yên din jî tevlî diyalogên Sûrî-Sûrî bikin da ku bigihêjin çareseriyeke hevbeş.

Hem Dr.Qedrî û hem jî Riyad Dirar gotin ku ev peyman wê ji bo hevdîtinên aliyên Sûrî-Sûrî bibe nimûne.

Back to top button