Li Amedê 172 saziyan bang azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin

Li Amedê 172 saziyan li dijî tecrîda giran kirî a li ser Rêber Apo deklarasyonek eşkere kirin.
Di deklasyona bi navê ‘Ji niha ve ber bi dahatûyê ve banga azadiyê’ de hate gotin: “Azadiya birêz Abdullah Ocalan azadiya tevahî civakê ye.”

Rêxistinên civaka sivîl, komele û partiyên siyasî jî di nav de bi giştî 172 saziyan li navçeya Sûr a Amedê deklarasyona “Ji niha ve ber bi dahatûyê ve banga azadiyê” eşkere kirin.

Di metna deklarasyonê de qala pirskirêkên li Tirkiyê hat kirin û wiha hate gotin:

“Di bingeha pirsgirêkên civakî de feraseta dewletê û polîtîkayên înkarê heye.

Dewlet hewl dide ku bi vê ferasetê şer û pevçûnan kurtir bike û nirxên civakê ji holê rake.”

“Azadiya birêz Abdullah Ocalan azadiya civakê ye”

Rêxistinan di dewamiyê de balkişandin ser rola rêber Apo ya ji bo çareserkirina pirskirêkan û wiha gotin:

“Birêz Abdullah Ocalan berê diyar kiribû ku ew dixwaze pêşî li derzên civakî û dîrokî bigire.

Her wiha rêbazên mîna lihevkirinên demokratik û siyaseta azad meriyetê pêşniyar kiribû.

Ji ber vê yekê eşkereye ku tekane riya çareseriyê li ba birêz Abdullah Ocalane.”

Rêxistinan diyar kiri ku tevî vê yekê jî 25 sal in hemû mafên rêber Apo yên huqûqî tên binpêkirin.

Divê jin û ciwan têkoşînê bilind bikin

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku birêz Abdullah Ocalan afrînerê jiyana hevpare û hate gotin:

“Pêşketina têkoşîna jinên Kurd a bi saya fikrê birêz Abdullah Ocalan bandorî li tevahî cîhanê kiriye.

Lewma çalakiyên ji bo şikandina tecrîda giran kirî jî her ku diçe mezin dibe.

Ji ber vê yekê em bang li hemû jin û ciwan dikin ku ji bo azadiya fîzîkî a birêz Abdullah Ocalan rixistinbûna xwe û çalakiyan mezin bikin.”

Back to top button