Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li hemberî êrişên berfireh ên dewleta Tirk a dagirker, bersiv hate dayin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hate gotin: “Artêşa Tirk a dagirker bi teknîka xwe ya pêşketî êrişên giran tîne ser hêzên me.
Çeperên berxwedanê yên hêzên me carekê bi bombeyên qedexekirî û 103 caran jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.
Hêzên me yên YJA Starê jî ji bo xwe biparêzin bi sûîqestê bersiv dan û di encamê de dagirkerek hate cezakirin.”
Her wiha HPG’ê got:
“Eşkere bû ku hevrêya me ya 22-23’ê Çileya 2023’an li herêma Besta ya Botanê şehîd bû hevala Ronahî Penaber e.”