HPG: Li herêma Heftenînê 5 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin

Di dijî dagirkeriya dewleta tirk gerîlayên HPG’ê li Heftenînê çalakiyek pêk anîn û di encamê de 5 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiyên wan dewam dike.

Li gorî daxuyaniyê, 13’ê Çileyê gerîlayan, avêtin ser leşkerên li ser girekî li nêzî Girê Partîzan.

Gerîla ketin çeperên li ser gir û ji cihekî nêz ve li dagirkeran xistin.

Di encama çalakiyê de herî kêm 5 leşker hatin kuştin.

Hêzên Gerîla bi xwe çûn ser cenazeyên 5 leşkeran û çekên wan jî li ser wan rakirin.

Artêşa tirk a dagirker bi rêya helîkopteran cenazeyê leşkerên xwe ji herêmê rakirin.

HPG’ê dazanîn ku yekîneya çalakî pêk anî bi silametî vegeriyane baregehên xwe.

Leave a Reply

Back to top button