Çîn û Rûsya pêşniyara cezayên nû li ser Pyongyangê veto kirin

Rêveberiya DYA dixwaze Konseya Ewlekariyê ya NY zextên li ser Koreya Bakur zêde bike. Di civîna konseyê de, pêşniyarên Waşîngtonê rastî vetoya Çîn û Rûsya hat.

Li Konseya Ewlekariyê ya NY (KENY) DYA bi pêşnûmeyekê xwest cezayên li dijî Koreya Bakur bê zêdekirin.

Ev pêşnûme ji aliyê konseya ku ji 15 endamên pêktê ve kete dengdanê.

Çîn û Rûsyayê pêşnûmaya qanûnê veto kirin, 13 welatan jî piştgirî dan biryarê.

Amerîkda dixwest salane milyonek bermîlên petrola xam a ji bo Koreya Bakur were kêmkirin.

Ji derveyî vê, 125 hezar bermîlên neftê jî bêne kêmkirin.

Ji bo pêşnûmeqanûnek li konseyê were pejirandin divê ji 15 endaman herî kêm 9 endam dengê erê bidin.

Her wiha yek ji endamên daîmî DYA, Rûsya, Çîn, Îngilîstan û Fransa divê mafê xwe yê vetoyê bikar neynin.

Pêşnûmeya ku hinardekirina titûn û hilberên titûnê ji bo Koreya Bakur qedexe dike, di heman demê de ji bo qedexekirina hinardekirina ” sotemeniyên madenê, rûnên mîneral û hilberên ku ji distilkirina wan têne bidestxistin” ya Koreya Bakur hate qedexe kirin.

Konseyê ji 2006’an ve ji ber bernameya nukleerî ya Koreya Bakur cezayên aborî û leşkerî li ser wê sepand.

Back to top button