Civîna Konseya Fermandariya HPG’ê pêk hat

Civîna asayî ya salane ya Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û Komîteya Parastinê ya PKK’ê di navbera 20-27’ê Sibatê de pêk hat. Konseya Fermandariyê ya HPG’ê got:”Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo weke yekane pîvana serketinê hatiye destnîşankirin.”

Di navbera 20-27’ê Sibatê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û Komîteya Parastinê ya PKK’ê civîna asayî ya salane lidarxist..

Di daxuyaniya Konseya Fermandariyê de wiha hat gotin:

“Civîna me di atmosfereke wisan de pêk hat ku erdhejên 6’ê Sibatê di rojevê de bû. Tevgera me li gorî encamên giran ên erdhejê weke helwesteke exlaqî biryara rawestandina çalakiyan ragihand. Em; HPG yekser tevlî vê biryarê bûn. Lê belê dewleta Tirk ev helwesta me ya exlaqî ji nedîtî ve hat û êrîşên xwe dewam kir. ”

Konseya Fermandariyê ya HPG’ê destnîşan kir ku wan têkoşîna 2022’an bi berfirehî nîqaş ki û ev tişt hate gotin:

“Civîna me bi bandora fedaiyên me yên azadiyê hate lidarxistin. Vê yekê tespît kir ku 2022’an bi mînakên lehengiyê mohra xwe li dîroka azadiyê xistiye. Salên em tê de ne, nabe ku ti carî weke salên ji rêzê bêne dîtin. Salên krîtîk in ku weke awarte dikarin bêne pênasekirin. Encamên li Herêmên Parastinê yên Medyayê derketin holê encamên gelekî girîng bi xwe re anîn. ”

Li gor daxuyaniya Konseyê Şerê Gel ê Şoreşgerî yek ji wan mijaran bû ku di civînê de hate nirxandin.

Gelê me divê parastina xaka xwe ji bo xwe weke mijareke rûmet û hebûnê bibîne.

Şerê ku îro tê kirin ne şerekî ji rêzê ye, şerê hebûn û azadiyê yê gelê me ye.

Civîna me gihîşt wê encamê ku divê gelê me bi vê hişmendî û berpirsyariyê jiyana xwe bi rêxistin bike.

Konseya Fermandariyê ya HPG’ê di dawiyê de diyar kir ku piştî nîqaşên kûr û berfireh yên 8 rojan biryarên dîrokî û rojane wergirtine.

Di biryaran de rewşa Rêber Apo weke xala sereke derketiye pêş û wiha hatiye gotin:

“Civîna me di demeke welê de pêk hat ku Komploya Navneteweyî dikeve sala 25’an. Azadiya fîzîkî ya Rêbertî weke yekane pîvana serketinê ye. Divê li ser vê bingehê nêzîkatî li berpirsyariyan bê nîşandan û ev yek biryare. Weke fermandar û şervanên HPG û YJA Starê, bi ruhê fedaî yê Apoyî yê şehîdên me em ê bi îdîaya serketinê bimeşin. “

Back to top button