Li Sûrî 5651 kesî jiyana xwe ji dest da

Erdheja ku di 6’ê Sibatê de qewimî 11 roj li pey xwe hiştin ..
Ji ber erdhejê li Sûriyê xanî û avahî bi ser xwediyên wê ve ketin.
Jimara kesên jiyana xwe ji dest dane 5 hezar derbas kir..
Dibe ku hîna jî bîlanço giran bibe .

Di 6’ê Sibatê de, mirovahî bi qêrîn û nalînên jin, zarok, kal, pîr û civata giştî şiyar bû..

Erdheja ku di wê rojê de pêk hat gelekî mezin bû..

Bû sedema wêrankirina bajaran hema hema bi tevahî.

Hişt ku di vê sir û seqemê de xelk li kolanan bimînin ..

Bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan, birîndar bûn û bê cih û war man..

Erdheja bihêz ya li Mereş û Dîlok ya bakurê Kurdistanê bandoreke zêde li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê jî kir.

Herî zêde erdhejê bandor li Idlib,helep Hema, lazqiyê, Tartus û Reqa bandorek zêde pêk hat.

Li gor Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ji ber erdhejê 5651 kesî jiyana xwe ji dest dan e..

Çavdêriyê diyar kir ku ji wan 2 hezar û 200 kes ji herêmên hikûmetê û 3 hezar û 451 kes li herêmên dagirkirî ne.

Hejmara termên ku ji Tirkiyê derbasî Sûriyê bûne heya vê kêliyê gihîştiye 1460 kesan..

Li Efrînê ku yek ji deverên herî zêde bandor bûye, dagirkeriya Tirk û koma bi navê opozsyonê, alîkariyê pêşkêş nakin..

Cindirêsê mînaka herî ber biçavê ..

Li gor çavdêriyê 285 kerwanên alîkariyan ji Sûdiyê û Iraq hatin şandin ji bo Cindrêsê lê belavkirina alîkariyan ne adilan e bû..

Li gelek devrên din jî yên ku ziran ji erdhejê dîtine alîkarî ji wan re pêwîste ..

Taybe Şehba û Heleba dorpêçkirî ..

Di wexte wiha de ku pêwîstiya gelê Sûrî bi alîkariyê heye kes bi dosya mirovî re mijûl mabe ..

Dewleta Tirk û Hikumeta Şamê siyasetê tevlî nava dosya Mirovî dike ..

Berjewendiyên xwe jî li ser wê disepînin ..

Back to top button