Rêveberiya Xweser piştî 7 rojan alîkariyan ji dergeha Um Celûd vegerand

Rêveberiya Xweser piştî 7 rojan alîkariyan ji dergeha Um Celûd vedigerîne. Rêveberiyê da zanîn ku çeteyan qebûl nekir ku alîkarî derbas bibin.

Erdheja ku 6 sibatê rû da gelek bajarên Sûriyê zirar dîtin.

Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser şaneya kirîzê ava kirin û alîkarî bo kesên ku zirar ji erdhejê dîtin kom kir.

Ev 7 rojin qefilên alîkariyê yên Rêveberiya Xweser li deriyê Um Celûd li benda derbasbûnê ne.

Ji ber astengiyên derbaskirina alîkariyê ji mexdûrên erdhejê re, Rêveberiya Xweser alîkarî ji dergehê vegerand.

Rêveberiya Xweser: Çeteyan qebûl nekir ku alîkarî derbas bibin

Rêveberiyê anî ziman ku dewleta Tirk û çeteyên xwe mijara derbaskirina alîkariyan bi mijar û helwestên siyasî ve girêdide.

Ev yek jî li ser hesabê qurbanî û mexdûrên erdhejê ên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye dike.

Ji lewra me jî biryar girt ku em alîkariyên xwe vegerînin.

Back to top button