Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tecrîda li dijî Rêber Apo red kirin û banga azadiya wî ya fîzîkî kirin.
Welatiya bi navê Avêsta Elo tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kir û got: “Ramana Rêbertî di mejiyê me de ye.
Em li gorî wê dimeşin û heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî em ê li ber xwe didin.”
Sedîqe Mehmûd Reşo jî banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir û got, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.
Fehîme Mihemed jî banga rakirina cezayên dîsplînê kir.
Welatiyê bi navê Mistefa Mihemed eşekre kir ku azadiya Rêber Apo tê wateya azadiya gelên bindest.