Serokê Partiya Aştiya Demoqrat a Kurdistanê Telal Mihemed got:
Divê Kurd ji tecrubeyên dîrokî dersan bigirin.
Bi pêkanîna kongreya netewî re hêza siyasî û leşkerî derxînin holê.
Telal Mihemed diyar kir ku bi krîza Sûriyeyê re Kurd cara yekem bûn xwedî derfet û got:
Kurdan projeya siyasî-demokratîk a xwe dispêre felsefeya neteweya demokratîk pêk anîn.
Rêber Apo ev proje weke çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn pêşkêş kiriye.”
Mihemed balkişand parastina destkeftiyên kurdan ku tenê bi hevgirtinê pêkane û ev anî ziman:
“Divê hêzên kurd kongreyeke netewî lidar bixin û bibin xwedî hêzek dîplomatîk û leşkerî.
Tecrûbeyan îsbat kir ku ji bilî projeya Rêveberiya Xweser tu altarnatîf ji bo çareserkirina doza Kurd tune ye.”