Çalakvanên TJK-E’yê ji bo meşa ku wê di salvegera Qetlîama Parîsê de bê lidarxistin, stîcker bi kuçe û kolanên Parîsê ve kirin.
Çalakvanên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ji bo banga tevlîbûna çalakiya navendî ku wê sibehê li Parîsê bê lidarxistin bikin, stîcker bi dîwaran ve kirin.
Çalakvanan bi hezaran stîcker ji Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya heta bi qada Repûblîc ku wê meş bê lidarxistin, bi dîwaran û panoyên reklamê ve kirin.
Jinan stîckerên li ser “Dawî li şerma 10 salan bidin! Sira dewletê hilînin! Banga ji bo meşa ji bo heqîqet û edaletê” nivîsandî bûn bi dîwar û panoyên reklamê ve kirin.
Her wiha banga tevlêbûna meş û mîtînga 7’ê Çileyê hat kirin.