Li Îran û Kurdistanê 14 rojin gel li qadane zêdeyî 80 kesan jiyana xwe ji dest dane

Serhildanên gel yên li dijî kuştina Jîna Emînî bi pêşengiya jinan li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja 14’an de dewam dikin. Tevî hewldanên asteng kirinê û binçavkirinê jî gel li qadan li ber xwe dide. Hêjmara kesên di êrişan de jiyanan xwe ji dest dane ji 80 kesî derbas kiriye û bi hazaran kes jî hatine girtin.

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildana dijî kuştina Jîna Emînî ya bi pêşengiya jinan di roja 14’an de didome.

Duh êvarê û îro jî gel daketin qadan û bê naver dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ qêriyan.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê jî ragihand ku heya niha 83 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezaran kes jî hatine girtin.

Îro li Zahidanê gel ji bo keca 15 salî ya Belûcistanî û Jîna Emînî li qadan bûn.

Di xwepêşandanê de hêzên rejîmê raste rast êrişî gel kir û hêjmareke zêde birîndar bûn.

Her wiha hate ragihandin ku ji ber hêjmara zêde ya birîndaran li nexwaşxaneya Zahidanê cîh nemaye.

Li bajarê Sine jî bi pêşengiya jinan û bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ xelk li ser pêyan bûn û çalakî kirin.

Li bajarê Ehvazê jî îro gel daketin qadan û tundiya rejîma Îranê pirotesto kirin û hêzên rejîmê êrişî gel kir.
hmû 9

Li Meşhed û Kêrmanê jî di navbera gel û hêzên rejîma Îranê de şer hebû.

Li Şîrazê jî jinan laçikên serê xwe danîn û di nava bajêr de meşiyan.

Li bajarê Qumê jî gel heya derengiya şevê li qadan bûn.

Li bajarê Reştê gel dikanên xwe venekirin û neçûn ser kar, êvarê jî bi dûrûşmên “Jin, jiyan, azadî” li qada bûn.
hmû 6

Li BenderEbas û Kerecê jî gel bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” li qada bûn.

Li Zencanê jî hêjmareke zêde ya hêzên rejîmê di nava tevgerê de bûn.

Back to top button