Komek xwendekarên zaningeha Sinê tevlî Gerîla bûn

Li hemberî kirinên rejîma Îranê û dagirkeriyê, ciwanên Rojhilatê Kurdistanê berê xwe didin çiyayên Kurdistanê.
Komek ji xwendekarên zanîngeha Sine, bi daxuyaniyekê tevlî nava refên gerîla bûn.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandanên gel yên ji bo guhertin, demokrasî û azadiyê dewam dikin.

Ji bo xurtkirina têkoşînê ya li dijî hêzên rejîma Îranê, di serî de jin û ciwan gelek kes berê xwe didin nava refên gerîla.

Li gorî nûçeya malpera Nûçe Ciwan, komek ji ciwanên Rojhilatê Kurdistanê yên li zanîngeha Sine berê xwe dan çiyayên Kurdistanê.

Xwendekaran tevlîbûna xwe ya di nava hêzên gerîlayan de bi daxuyaniyekê ragihandin.

Xwendekaran bang li çalakgerên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kirin ku têkoşîna xwe xurt bikin û li rêya çareseriya demokratîk bigerin.

Her wiha bang li jin ên ciwan û ciwanan hemûyan jî kirin ku berê xwe bidin nava refên gerîla û li ber dagirkeriyê rabin.

Back to top button