Duh, li Cezarê, Civîna 31. a dewletên Ereban bi sernavê “Jinûve kombûn” dest pê kir.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî civînê daxuyaniyek da û bang li hêzên Ereb kir ku piştgiriya çareseriya aştiyane û diyaloga Sûrîyê bikin.
Duh, li Cezayîrê, civîna 31’an a dewletên Ereban bi sernavê “Jinûve kombûn” dest pê kir..
Di civînê de, mijara Sûriyê hat niqaşkirin û işaret bi pêwîstiya çareseriya aştiyane û diyaloga sûrî-sûrî hat kirin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî civînê daxuyaniyek da û bang li hêzên Ereb kir ku piştgiriya çareseriya aştiyane û diyaloga Sûrî bikin.
Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de balkişand ser helwestên serokên gelek dewletên Ereban ku di axaftinên xwe de işaret bi pêwîstiya çareseriya aştiyane û diyaloga Sûrî-Sûrî kirin û got:
“Piştgiriya çareseriya aştiyane û diyaloga Sûrî bikin”
“Em vê helwesta di civînê de derketiye, erênî dinirxînin û di heman demê de, destnîşan dikin ku ev rêya rast a çareserî û pêkanîna ewlehiyê li Sûriyê ye.
Rêya herî guncaw a pêkanîna yekitiya xaka Sûriyê û civaka wê diyaloge ku her tim ew rêgez û armancên me yên bingehîn in.”
Rêveberiya Xweser di dawiya daxuyaniya xwe de got:
“Em amade ne di çarçoveya dan û standineke nîştimanî ya Sûrî de ku çareseriyeke siyasî pêk tîne û mafên hemû sûriyan diparêze de, diyalogê bi hemû hêzên nîştimanî re pêk bînin.
Em bang li dewletên Ereban dikin ji bo pêkanîna ewlehî û aştiyê li Sûriyê, tunekirina projeyên parçekirinê û terorê, piştgiriyê bikin.”