Li taxeke bajarê Baltimore yê Amerîkayê, di e teqîneke bihêz de, kesekî jiyana xwe ji dest da û 3 jî birîndar bûn.
Malpera Fox Baltimore eşkere kir ku teqîn li taxekê li devera Bayksfîl a bajarê Baltimore yê eyaleta Maryland pêk hat.
Malperê da zanîn ku di encama teqînê de, keçekê jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Ji aliyê xwe ve kenala WBFF a televizyonî li ser malpera xwe belav kir ku tîmên agirkujê, 3 kes ji nava kavilan xilas kirin û hîn jî lêgerîna li wendayan berdewam e.
Heta niha sedema teqînê nayê zanîn, lê hin çavkaniyan eşkere kir ku teqîn, ji ber belavbûna xazê rû daye.