Li bajarê Silêmaniyê 3 kesên girêdayî DAIŞ’ê hatin girtin

Ajansa istixbarata Wezareta Hundir a Iraqî ragihand ku 3 kesên girêdayî DAIŞ’ê, li bajarê Silêmaniyê hatin girtin.

Ajansê da xuykirin ku tîmeke istixbarata Iraqî bi koordîneya digel Ewlekariya Başûrê Kurdistanê, ev kes li navçeya Çemçemalê girtin.

Ajansê her wiha da zanîn ku ev kes, ji navçeya Letîfiyye ya Bexdayê ber bi Silêmaniyê ve reviyabûn.

Şaneya Ragihandina Ewlekariyê jî ragihand ku duh danê şevê li bajarokê Riyad ê Kerkûkê, di navbera çeteyên DAIŞ û hêzên Iraqî de şer derket.

Di encamê de, serbazekî Lîwaya Piyadê ya firqeya 5an a polîsên Federal hat kuştin û endamekî Heşda Eşa’îrî û welatiyekî sivîl jî birîndar bû.

Back to top button