TJK-E BANGA TEVLÎBÛNA MÎTÎNGA 22’Ê GULANÊ YA LI BRUKSELÊ KIR

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê ji bo geşkirina berxwedana li dijî tecrîdê, banga tevlîbûna li mîtînga 22’ê Gulanê ya li Brukselê kir.

TJK-E têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand û balkişand ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê û wiha got:

Tecrîd hîn jî didome ne tenê tecrîd didome, di heman demê de tundî û êrîş li dijî berxwedêrên li zindanan tê kirin.

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêber Apo, jinên Kurdistanî û gelê Kurd wê her tim li ser piyan bin.

Ji bo têkbirina polîtîkayên qirêj ên faşîzmê 22’ê Gulanê em li Brukselê dengê berxwedêran bigihînin tevahiya cîhanê.

Divê her kes bi xavikên spî ku sembola dayikên me yên berxwedêr re, tevlî çalakiyê bibin û bibin dengê berxwedêran.

Roj roja geşkirina berxwedanê ye, têkbirina tecrîd û faşîzmê ye.

Rêxistinên Jinên Kurd ên li Swêd, Fînlandiya û Danîmarkayê , ji bo xwedî derketina li berxwedêrên greva wê her hefte çalakiyan lidarxin.

Leave a Reply

Back to top button