PDK li navbera Girê Hekarî û Amediyê rê ji artêşa Tirk a dagirker re çêdike

Artêşa Tirk a dagirker li pêşberî gerîla têk çûye. Di rewşeke wiha de; hate ragihandin ku PDK li rojavayê Zapê di navbera Girê Hakkarî û Girê Amediyê de bi kepçeyan rê ji artêşa Tirk re çêdike. NPG’ê bang li PDK’ê kir: rê ji dagirkeran re veneke

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna, ji 14’ê Nîsanê û vir ve girantir bûne..

Hêzên PDK’ê jî hevkariya xwe ya bi artêşa Tirk re li dijî gerîla didomîne.

Li gorî agahiyên dawî, hêzên PDK’ê careke din ji bo alîlariya dewleta Tirk, 27’ê Tebaxê li navbera Girê Hakkarî û Girê Amediyê dest bi çêkirina rêyekê kiriye..

Ev jî dîmenên tevgera PDK’ê ya çêkirina rê ne..

NPG: Artêşa Tirk xitimiye û PDK bi çêkirina riyan destekê dide dagirkeran

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG derbarê mijarê de daxuyaniyek da..

NPG: Çêkirina rê ji aliyê PDK’ê ve piştgiriya ji bo dewleta Tirk e

“Şerê di navbera me û rejîma AKP-MHP’ê ya qirker de li xeta navbera Girê Hakkarî, Girê Amediyê û Sêgirê de gihîştiye noqteyeke gelekî krîtîk.

Di demeke wiha de, sibeha 27’ê Tebaxê, li navbera vê xetê, Hêzên PDK’ê bi ber qadên me yên berxwedanê ve ketin tevgerê û bi makîneyên kar dest bi çêkirina rê kirin.

Em baş dizanin ku bi çêkirina rê ya li wê derê, bi anîna tank û wesayitên zirxî, PDK hewl dide ku dewleta Tirk a li Şikefta Birîndaran û Werxelê xitimî ye, rizgar bike.

Lê belê rêya li vê derê tê çêkirin jî wê nikaribe rejîma AKP-MHP’ê û dewleta Tirk a tengav bûye, rizgar bike.

Ev yek tê wateya piştgiriyeke şênber û destwerdana li şer.”

NPG di daxuyaniya xwe de bang li rêveberiya PDK’ê kir ku riya dikeve xizmeta dijminên gelê Kurd çêneke û got:

NPG: Hêzên Kurdistanî divê PDK’ê ji vê gava çêkirina rê vegerînin

“Em bang li hêzên Kurdistanî hemûyan dikin ku ji bo pêşîgirtina li çêkirina vê rêyê, erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Tevgera PDK’ê, wê were wateya tevlîbûna yekser a li şer.

Di vê demê de rûdana şerekî navbera Kurdan wê bibe nebaşiya herî mezin a li hemberî berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd û dijberiya li tevahiya gelê Kurdistanê.

Divê PDK karekî bi vî rengî neke.

Em bang li raya giştî ya demokratîk, gelê Kurdsitanê, sazî û kesayetên welatparêz dikin ku bikevin nava hewldanan da PDK’ê ji hewldaneke bi vî rengî vegerînin.”

Back to top button