Li Libnanê duh derdora 400 xwepêşander birîndar bûn

Li ber parlamentoya Lubnanê şeva çûyî di encama pevçûna navbera xwepêşander û polîsan de derdora 400 kes birîndar bûn.

Xwepêşanderan hewil da ku bikevin nava parlamentoyê, lê polîsan êrîşî wan kirin.

Dema ku li ber parlamentoyê alozî derket, bi sedan kesên din li paytext Beyrûtê bi pankarta ‘Ger xelk birçî bin, desthilatdar jî dixwin’ hatî nivîsandin dest bi xwepêşandanê kirin.

Polîs û hêzên ewlehiyê bi tundî destwerdan kir û bi av û gaza îsotê êrişî xwepêşanderan kirin.

Li gorî daneyên dawî di êrişên şeva borî ya hêzên dewletê de, bi taybet li ber Parlamentoya Lubnanê derdora 400 kes birîndar bûne.

Xwepêşanderên Libnanê ji ber gendeliyê daxwaza îstifaya hikûmetê dikin.

Leave a Reply

Back to top button