DAIŞ’ê êrîşî Daqoqê ya Kerkûkê kir leşkerekê Iraqê hat kuştin, 2 jî birîndar bûn

Li navçeya Daqoqê ya Kerkûkê çeteyên DAIŞ’ê êrîşek pêk anî, li Mûsilê jî 10 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Çeteyên DAIŞ’ê li navçeya Daqoqê ya parêzgeha Kerkûkê êrîşî hêzên Iraqê kir, di encama êrişê de leşkerekê Iraqê hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên Ajansa Rojnewsê êrîş li gundê Elbu Mihemed ya dikeve Başûrê Rojavayê navçeya Daqoqê pêk hat.

10 ÇETEYÊN DAIŞ’Ê HATIN GIRTIN

Duh jî wezareta Hundirîn a Iraqê ragihand ku li bajarê Mûsilê 10 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Têkilarî mijarê wezaretê got:

Di çarçoveya parastina ewlekariya parêzgeha Neynewayê de, li ser esasê hin agahiyên îstxbaratî û bi hevkariya welatiyan, 10 çeteyên DAIŞ’î hatin girtin.

Leave a Reply

Back to top button