Ji bo êrişa li ser ekîba JIN TV komîteyeke lêpirsînê hate avakirin

YRA’ê bi hevkariya Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê têkildarî êrişa li ser ekîba JIN TV êrişên li ser rojnamevanan komîteyeke lêpîrsînê ava kir.

Duh Yekitiya Ragihandina Azad bi daxuyaniyekê ragihand ku komîteyeke lêpirsînê ava kiriye.

Li gorî daxuyaniyê wê komîte derbarê êrişê de raporekê amade bike.

Di komîteyê de komek ji rojnameger, hiqûqnas, çalakgerên mafên mirovan cih digirin.

Tê gotin ku wê rêxistin û pisporên din ên ji Sûriye û derveyî wê jî piştgirî û alîkariyê bidin lêpirsînê.

Piştre encamên lêpîrsînê wê bi rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî yên têkildarî azadiya nêrînê re werin parvekirin.

Back to top button