Li Hesekê 3 roj in çalakiya konvedanê dewam dike

Çalakiya konvedanê ya li bajarê Hesekê ku li dijî êrişan hatiye destpêkirin di roja 3’an de ye. 

5’ê mehê jinên ciwan ên herêmê ji bo êrişên dewleta Tirk ên dawî li ser herêmê şermezar bikin, li Hesekê konê çalakiyê vedan. Çalakî îro di roja 3’an de dewam dike.

Doh gelek endamên saziyên rêveberiyê û partiyên siyasî serdana konê çalakiyê kir. Di çalakiyê de sînevîzyon der barê şehîdên jin ên têkoşer û berxwedana gel de hatin pêşandan.

Back to top button