Li Sierre Leone yê Rojavayê Afrîkayê êrîşî leşkergehekî hat kirin

Li Sierre Leone yê Rojavayê Afrîkayê komeke çekdar êrîşî leşkergehekî kirin.
Di encama êrîşê de hejmarek girtî ji Girtîgeha Pademe reviyan. Li welêt qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Her wiha derbarê êrîşê de Kombûna Aboriyê ya Dewletên Rojavayê Afrîkayê (ECOWAS) êrîşên çekdarî şermezar kir.

Li Sierre Leone sêra lîyon ya Rojavayê Afrîkayê komeke çekdar êrîşî leşkergehekî kirin.

Êrîşa ku leşkergeha Wilberforce yê Freetownê hatiye kirin hejmarek zêde girtî ji Girtîgeha Pademe reviyan.

Di encama vê yekê de li tevahî welêt qedexeya derketina derve hat îlankirin.

Dîmenên li medyaya civakî hatine parvekirin, hejmarek girtî bi meş girtîgehê vala dikin hatiye dîtin.

Piştî êrîşê li welêt qedexeya derketina derve hat îlankirin

Serokkomar Julius Maada Bio derbarê êrîşa li dijî leşkergeha Wilberforce yê Freetownê de axivî û got:

“Aşîtiya welatê me giranbûha ye.

Li dijî hêzên ku dixwazin aramiya me têk bibin em ê ewlehî û aştiya Sierre Leonê biparêzin”

ECOWASÊ êrîşa çekdarî şermezar kir

Li aliyek din Kombûna Aboriyê ya Dewletên Rojavayê Afrîkayê (ECOWAS) êrîşên li dijî leşkergeha paytexta Sierra Leone Freetownê şermezar kir.

Di daxuyaniya nivîskî yê ECOWAS’ê de wiha hat gotin:

“Kesên çekdar hewl dan li Sierra Leone aştî û pergala qanûnî xera bikin.

Hat zanîn ji bo vê yekê planeke tirsnak çêkirine.

Divê her kesê ku tevlî vê êrîşê bûne bên girtin û darizandin.”

Bi serketina serokkomar bio ve li welêt alozî didome

Li Sierra Leone di meha Tebaxê de hejmarek zêde di nav de leşkerên di asta jor de bi tawanbariya “xerakirina aştî û aramiya welêt” hatibûn binçavkirin.

Li welêt hilbijartinên ku 24’ê Hezîranê hatibû lidarxistin, Serokkomar Bio careke din hatibû hilbijartin.

Ji serketina Bio heya niha li welêt alozî didome.

Serokkomar Julius Maada Bio welatên Rojava ji bo derxistina tevlîheviyê tawanbar kiribû.

Back to top button