Geşedanên agirbesta Îsraîl û Hemasê

Geşedanên di navbera Îsraîl û Hemasê de bi pevguhertina dîl û girtiyan ve didome.
Bi agirbestê ve alîkariyên mirovî derbasî Xezayê dibin.
Tişta ku li ser tê nîqaşkirin gelo agirbestê çar rojan dikare were dirêjkirin?
Îsraîl bi teqezî û eşkere dide diyarkirin wê piştî agirbestê ji bo têkbirina Hemasê êrîşên xwe bidomîne

Ji bo her welatiyekî îsraîlî yê ku tê berdan, 3 filistîniyên di girtîgehên Îsraîlê de girtî tên berdan.

Nîşaneyên destpêkê diyar dikin ku peymana agirbestê ya ku îşev nîvê şevê bi dawî dibe, dibe ku were dirêjkirin.

Îsraîl dibêje, ji bo her 10 rehîneyên tên berdan, rawestana şer dikare rojekê were dirêjkirin.

Rayedarekî Filistînî ku ji BBC re axivî û got: “dibe ku 20 heta 40 rehîneyên din jî bên berdan.”

Tê texmînkirin ku heta niha 180 kes, ku ji wan 10 zarok di destê Hamasê de ne.

Alîkariyên mirovî derbasî Xezayê dibin

Bi agirbestê ve alîkariyên pêwîst derbasî Xezayê dibin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû diyar kir ew ji dirêjkirina peymanê re vekirî ne, lê ji bo têkbirina Hemasê piştî agirbestê wê êrîşên xwe bidomînin.

Îsraîlê 39 girtiyên Filîstînî berdan: 33 zarok û 6 jê jin in

Di çarçoveya peymana pevguhertina rehîneyan de ku di navbera Îsraîl û Hamasê de pêk hat, Îsraîlê 39 girtiyên din ên Filistînî sibeha Yekşemê berdan.

Berdevkê Qeterê da xuyakirin ji nav 39 girtiyên Filistînî 33 zarok û 6 jê jin in.

Her wiha Hamasê derengiya roja Şemiyê 17 dîl, ji wan 13 Îsraîlî û 4 Taylandî, vegerandin.

Ji Netanyahu serdana li Bakurê Zîvala yê li Xezayê

Ji aliyê din ve Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu çû bakurê Şerîda Xezayê ya kontrolkirî û li wir bi leşkerên Îsraîlê re hevdîtin kir.

Netanyahu li vir xîtabî leşkerên Îsraîlî kir û got:

“Em ê heta dawiyê û serketinê şer bidomînin wê kes nikare me asteng bike”

Hamasê jî hewl dide bi dirêjkirina “rawestena însanî” ve hejmarek zêde girtiyên di destê Îsraîlê de werin berdan.

Ji Îsraîl-Hemas pevguhertina dîlan: Heta niha 119 dîl hatine berdan

Back to top button