Li 24 eyaletan, 17 hezar hêzên parastina niştimanî belav dibin

Li Amerîkayê xwepêşandanên Floyd berdewam in û li 24 eyaletan 17 hezar endamên hêzên parastina niştimanî hatine belavkirin.

Trump jî serokên eyaletan bi lewaziyê bi nav dike û banga tundî û binçavkirina xwepêşanderan li wan dike. 

Şeva borî li derdora Koşka Spî, di navbera xwepêşander û polîsan de pevçûnên dijwar derketin û bombeyên gaza rondikrij li dijî xwepêşanderan hatin bikaranîn.

Koşka Spî ragihand ku li 24 parêzgehên Amerîkayê, 17 hezar endamên hêzên parastina niştimanî hatine belavkirin.

Trump bang li serokên eyaletan dike ku xwepêşanderan binçav bikin

Ji aliyê xwe ve, serokê Amerîkayê Donald Trump, serokên parêzgehan bi yên lewaz bi nav kir û got:

Piraniya we lewaz in, divê hûn xelkê bişopînin, divê hûn wan binçav bikin û 10 salan di zindanan de bihêlin, hingê hûn nema tiştên wisa dibînin.

Serokê şaredariya Washingtonê jî, dirêjkirina dema qedexeya derketinê ji 7’ê êvarê heta 6’ê sibehê, ragihand.

Her wiha serokê şaredariya New Yorkê jî, qedexeya derketina danê şevê, li bajêr sepand.

Girêdayî mijarê jî serokerkanê Amerîkayê Mark Milley teqez kir ku, li Amerîkayê azadiya xwepêşandanan li gorî destûrê misoger e, lê divê xwepêşander bi rengekî aştiyane û dûrî tundî û xerabiyê xwe nîşan bidin.

Namzetê serokatiyê Joe Biden: Trump artêşa Amerîkî li dijî xwepêşanderan bi kar tîne

Li aliyekî din, namzedê demokratîk ê ji bo serokatiya Amerîkayê Joe Biden, Trump bi bikaranîna Artêşa Amerîkî li dijî xwepêşanderan tawanbar kir.

Biden got:

Trump gaza rondikrij li dijî xwepêşanderan bi kar tîne û ev jî ji bo xwe weke kesekî xurt nîşan bide, da xelk dengên xwe bidin wî.

Tê zanîn, piştî kuştina welatiyê Amerîkî George Floyd li ser destê polîsan, xwepêşandanên tund li Amerîkayê tên lidarxistin.

Back to top button