Şehîd Mihemed El-Îsa li Tebqayê hat oxirkirin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed El-Îsa yê ku duh dema erka xwe bi cih dianî, şehîd bibû, bi merasîmekê li goristana Şehîdan a Tebqayê hate oxirkirin.

Ji ber tedbîrên li dijî koronavîrusê, tenê malbatên şehîdan û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û nûnerên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê beşdarî merasîmê veşartina cenazeyê şehîd Mihemed El-Îsa bûn.

Kerwanê oxirkirina cenaze ji bajarê Reqayê bi ber goristanê Şehîdan a Tebqayê ve derket.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.

Kesê axivî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina riya şehîdan da.

Piştre nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiyê de hevalên şehîd, cenaze rakirin ser milên xwe û di nava diruşmeyan de spartin axê.

Back to top button