MSD’ê di panelekê li Reqayê, banga çalakirina rola êlan di çareseriya siyasî a ji bo çareserkirina aloziya welêt kir.
Endamên MSD’ê yê şaxê herêmên rizgarkirî, rûspiyên êlên herêmê û gelek siyasetmedarên Reqayê tevlî panelê bûn.
Di panelê de, endamê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê Hesen Elî Rehmûn axivî û got: “Ji bo çalakirina rola êlên herêmên me di çareseriya siyasî û pêşeroja Sûriyê de em îro li hev kom bûn.”
Mihemed Elî got: Ji ber rewşa heyî, divê bi alîkariya êlên herêmê, em bi hêztir û bi biryarên xurttir derkevin.
Rûspiyan di panelê de pêwîstiya çalakirina rola êlan û avakirina komîteyên rûspiyan, Ji bo ku têkiliyan bi dewletên ereb ên xwedî taybetmendiyên êlî re deynin û di pratîkê de li gorî berjewendiyên gelê Sûriyê pêk bînin.
Hesen Mihemed Elî diyar kir ku ewê çarenûsa xwe diyar bikin û pirsgirkên xwe bi rejîmê re bi vîna gelê xwe yê Sûriyê re çareser bikin.
Dawiya panelê, sînevizyonek têkildarî dîroka êlên ereb hate pêşandan.