Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, diziya mal û milkên şêniyên gundên Til Temir û Zirganê kirin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çeteyên dewleta Tirk diziya malên li gundên Xirbit Cemo, Um Şiêfa, Rîhaniyê û Fêseliyê yên navçeya Til Temirê kirin.
Her wiha çeteyan hin mal rûxandin û jimarek alavên çandiniyê jî dizî.
Heman çavkaniyê da zanîn ku çeteyên Tirkiyê li gundê El-Ferec ê navçeya Zirganê jî, piştî dizîna kabloyên kehrebeyê, agir berdan gelek malên şêniyan.