MSD’ê û Wezareta Karên Derve ya Amerîka ji bo çareya siyasî li Sûriyê civiyan..Herdû aliya piştrast kir ku divê dest bi çareya siyasî ya li Sûriyê li gorî biryara navneteweyî ya 2254’an bibe.
Malpera fermî ya Meclisa Sûriya Demokratîk MSD derbarê civînê got :
Şande ji cîgir û alîkarê wezîrê Karên Derve ya Amerîka Ethan Goldrich..
Û cîgir û alîkarê wezîrê Karên Derve yê karûbarên Iraqê Jennifer Gavito..
Gerînendeya dosyaya Sûriye û Iraqê ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Zahra Bell..
Û nûnerê Wezareta Karên Derve ya Amerîka ya taybet bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê Matthew Pearl pêk dihat..
Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed şande pêşwaz kir.
Herdû aliyan rewşên siyasî yên li ser astên herêmê û navneteweyî nîqaş kirin.
Li gorî malperê her du aliyan li ser asta bandora şerê Ukrayna li rewşên Sûriyê bi giştî, nîqaş kir.
Her wiha her du aliyan teqezî li ser destpêkirina çareya siyasî ya li Sûriyê li gorî biryara 2254’an de kir..



