Kosrert Resûl, bû serokê encumena giştî ya YNK’Ê

Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê YNK`ê piştî neh salan kongreya xwe ya 4’emîn li bajarê Silêmaniyê li lidarxist.
Di roja duyem a Kongreyê de Kosret Resûl Elî ji aliyê endamên kongreyê ve bi yekdengî weke Serokê Encûmena Giştî ya YNKê hat hilbijartin.

 

4. Kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li bajarê Silêmaniyê birêve diçe.

Di roja 2’emîn ya kongrê de endamên Encûmena Giştî ya Serkirdayetiyê tên hilbijartin.

Kosret Resûl Elî ji aliyê endamên kongreyê ve bi yekdengî weke Serokê Encûmena Giştî ya YNK’ê hat hilbijartin.

Her wiha Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Cîgirê Serokwezîrê Herêma başûrê Kurdistana Qubad Talebanî û Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwas Fayiq jî wek endamê Konseya Serokatiya YNK’ê hatin hilbijartin.

YNK ji ber wefata Celal Talebanî, rageşiyên di nav partiyê de û geşedanên girîng ên li herêmê piştî 9 salan kongreya xwe ya 4’emîn li dar dixe.

Leave a Reply

Back to top button