Berpirsyarê VW: Em ê li qada şer binêsaziyê çênekin

Şîrketa Volkswagen ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk vekirina kargeha xwe ya li Tirkiye rawestand diyarkir ku ew li ser biryara xwe ne.
Berpirsê Volkswagenê Herbert Dîess got,
“Heta ku mirov bên kuştin, em ê li kêleka qada şer binesaziyê çênekin.”

 

Yek ji şîrketa herî mezin a wesaîtan Volkswagen ku piştî êrîşên dagirker yên dewleta Tirk a li dijî Bakûr û Rojhilatê Suriyê vekirina kargeha xwe ya li Tirkiye rawestand, careke din diyar kir ku ewê niha li Tirkiye xebatê nekin.

Berpirsê Volkswagenê-VW Herbert Dîess li platforma Lînkendin nivîsek parve kir û got, “Heta ku mirov bên kuştin, em ê li kêleka qada şer binesaziyê çênekin.”

Dîess da zanîn, kargeha ku biryar girtibûn li Tirkiye vebikin li gorî berjewendiyên wan yên aborî bûn, lê belê ji ber bûyerên dawî yên siyasî ev biryara xwe rawestandine.

Dîess sedema vê biryarê weha anî ziman: ‘Eger şîrket bifikirin ku mafê mirovan û hiqûqa navnetewî tenê di bin berpirsyariya hikûmetan de ye û bi vî rengî tevbigerin, wê aboriya bazirganiyê ji pîvanên ehlaqî dûr bikeve.”

Dîess destnîşan kir ku divê bazirganiya navnetewî û danûstandinên aborî tim fêdê bidin aştî, aramî û azadiyê.

Leave a Reply

Back to top button