Sîwana Meclisa jinên Êzidî: Li dijî dagirkerî û tundiyê têkoşînê bilind bikin

by ehmad aseed
115 views
Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî bi wesîleya 25’ê Mijdarê daxuyanî da û bang li hemû jinan kir ku li dijî qirkirin û dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarê wê DAIŞ’ê têkoşînê bilind bikin. Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzîdî-YJCÊ di salvegera 3. de şehîd Berîvan Şengalî bibîranî û diyar kir ku ew ê 25’ê Mijdarê bi rihê wê yê têkoşêr pêşwazî bikin.

 

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinê daxuyaniyek weşand û destnîşankir ku dewleta Tirka dagirker û çeteyên wê bi êrîşên xwe yên li dijî Şengalê dixwazin fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ji nû ve bixin dewre.

Meclîsa Jinên Êzîdî destnîşan kir ku jinên ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê û hevkarê wê dewleta Tirk şer kirin di heman demê de hişmendiya civakê guhertin, xwe parastin û bi rêxistin kirin û wê di rojên pêş de vê têkoşîna xwe bi hêztir bikin.

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî bang li hemû jinan kir ku bi rihê Xwişkên Mîrabel û Hevrîn Xelefan li dijî qirkirin, dagirkerî û hemû tundiya li ser jinê têkoşîna xwe xurt bikin û ti jin bê rêxistin nemîne.

YJCÊ: EM Ê BI TÊKOŞÎNA BÊRÎVANÊ 25’Ê MIJDARÊ PÊŞWAZÎ BIKIN

Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzîdî-YJCÊ, bi wesîleya salvegera 3. ya şehîd Berîvan Şengalî daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji ber biryardariya wê ya ji bo jiyana azad şehîd Berîvan hedef girtiye.

Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzîdî destnîşankir ku bi salan, jinên Êzîdî bi êrîşên dijwar ên dagirkeran re rû bi rû dimînin, lê ew ê bi her awayî li dijî van êrîşan li ber xwe bidin.

Yekitiya Jinên Ciwan diyar kir ku li ser şopa şehîd Berîvan ku bûye sembola ciwanan, îro bi hezaran jinên ciwan xwe birêxistin kirine, berxwedaniya jinên Êzidî dane nasîn û ew ê 25’ê Mijdarê jî bi rihê têkoşer yê şehîd Berîvan pêşwazî bikin.