Li Efrînê çeteyên Tirk berhema Simaqê ji gundê Derwêş didizin

Talan û diziya mal û milkên şêniyên Efrînê, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê vê didome. Çeteyan vê carê berhema Simaqê ji gundê Dêrwîş yê Recoyê didizin.

Malpera Afrîn Post, ragihand ku çeteyên dewleta Tirk li gundê Dêrwîş yê navçeya Reco, berhema Simaqê yê şêniyê bi navê ‘Mihemed Bîlal’ û bi dehan şêniyên gund dizîn.

Beriya vê jî çeteyan berhema ji gundên Navçeya Bilbilê Remedana, Hec Qasimo, Rûta û Gundê Mezin dizîbûn.

Her wiha çeteyan, hevjîna şêniyê bi navê ‘Bekir Şêxo Ehmed’ ji gundê Rûta êşkencekiribûn, berhemên zevîyên wî yên simaqê jî dizîbûn.

Back to top button