Çalakiya Las Tesîs di meclisa Tirkî de pêk hat

Parlementerên Jin ê CHP’yî dansa Las Tesîs’a ku hefteya borî li Stenbolê ji aliyên polîsên Tirkiyê ve hatibû asteng kirin. Di meclîsa Tirkî de pêk anîn.

Li welatê Şîlî jinan bi Dansa Las Tesîs ve tûndiya li ser jinê şermezar kirin. Ev şêwazê çalakiyê li gelek welatan belav bû.

Hefteya borî li Tirkiyê; jinan bi vê dansê ve tûndiya li ser jinê protesto kirin. Lê polîsên Tirkan mûdaxaleyê çalakiya jinan kirin.

Parlementera Jin ê CHP’yî Sera Kadigîl mûdaxaleya polîsan bir meclisa Tirkî.

Sera diyarkir ku derveyî dewleta Tirk tû welatî mûdaxaleya çalakiya jinan a Las Tesîs nekiribû. Tirkiye di vê mijarê de jî bû yekemîn û xwe rezîl kir.

Pişt re parlementerê jin wek bertek bi hevre gotinên Las Tesîs ê ku vegerandine tirkî gotin:

“Ez li kûderê dibim bila bibim, ez çi xwekim jî ez sûcdarim; ji ber kû ez jinim; ji ber kû dadgerê min zilam e”

Parlementerê jin ê HDP’yî jî piştgirî dan parlementerê jin ê CHP’yî.

Ev çalakiya parlementerê jin ê CHP’yî di malperên civakî de gelek hate ecibandin.

 

Leave a Reply

Back to top button