LI SÛDAN 14 KUŞTÎ Û GELEK BIRÎNDAR LI GEL BELAVBÛNA HÊZÊN EWLEKARIYÊ

Di çalakiya ku ev demek li pêşberî Fermandariya Giştî ya Xertûmê tê lidarxistin de, heta niha 14 kesan jiyana xwe ji dest daye. 

Muxalefta Sûdanî diyar kir ku hêzên ewlekariyê, çalakiya rûniştinê ya li ber deriyê Fermandariya Giştî li Xertûmê ji hev dike.

Komîteya bijîşkên Sûdanê ya navendî jî ragihand ku heta niha 14 xwepêşandêran jiyana xwe ji dest da û gelek jî birîndar bûn.

Kombûyîna pîşesazên Sûdanî ya xwepêşandanan bi rêxistin dikin got:

Meclisa Leşkerî ya Demkî êdî rûyê xwe yê rastîn şanî me dide.

Li gorî agahiyan, li gel berdana guleyan, hêzên ewlekariyê bi giranî li kolanên Xertûmê belav dibin.

Xwepêşanderên dixwazin ku desthilatiya Sûdanê bikeve dest wan, ji Nîsanê ve li pêşiya Fermandariyê li ser pêyan e.

Berî çend rojan Meclisa demkî û muxalefet ji bo birêverbirina welêt li hev rûniştin, lê ti tişt bi ser nexistin.

Leave a Reply

Back to top button