Meclisa Sivîl a Dêrazorê firneya sêyemîn li rojavayê Dêrazorê vekir. Her wiha çav li rê ye hefteya bê firneyeke din, veke.
Komîteya Aboriya Civakî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê firneya El-Teqwa li herêma El Hisan a rojavayê Dêrazorê bi beşdariya nûnerên komîteyê, endamên saziyan, rûspî û karmendên firneyê vekir.
Rêveberên projeyê dan zanîn ku firne bi awayekî heftane dê 10 ton nan û rojane hezar û 650 kîlogram nan berhem bide.
Firne di çarçoveya pêkanîna encamnameya kongreya “Xurtkirina ewlehiyê ber bi pêşxistin û sepandina hevbeşiyê li Dêrazorê” de, hate vekirin.
Kongre 22’ê Cotmehê ji bo nîqaşkirina rewşa tenduristiyê û perwerdehî ya li herêmê hatibû lidarxistin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku firneyek li herêma Dehlê ya Dêrazorê, yek li herêma Sor a bakurê Dêrazorê jî hatin vekirin û tê payîn roja şemiyê firneyek li herêma Seba Kîlo bê vekirin.