Eyşe Hiso: Yekîtiya netewî misogeriya hebûn û hêza gelê Kurd e

Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso, derbarê pêwistiya yekrêziya partiyên kurdî nirxandin kir û dibêje:”Sîstemên ku Kurdistan dagir kirine tîfaqa wan a yekem li dijî kurda ye, pêwiste em xwe ji xalên ku me dûrî hev dixin bidin alî û ji bo xalên ku me digihîne gel hev têkoşînê bikin û yekîtiya xwe ava bikin.”

Ji bo Yekrêziya Kurdî xebatên şênber dewam dikin.

Rêber Abdullah Ocalan jî di hevdîtina xwe ya dawî ya bi riya telefonê de, ji bo girîngiya yekrêziya Kurdî peyam dabû.

Derbarê mijarê de Hevseroka PYD Eyşe Hiso, nirxandin kir.

Eyşe diyar kir ku weke tê zanîn ji roja ku Rêber Apo dîl hatiye girtin, ev cara yekemîne bi malbatê re diaxive û got:

Dewleta Tirk dixwaze kurdan bîne beramberî hev û şerê birakujiyê pêş bixe.

Pêwist e em bi yekîtiyeke xurt beramberî pilanên dijmina derkevin û peyama pîroz a Rêber Ocalan pêşwazî bikin.

Sîstema ku li Rojavayê Kurdistanê li ser bingeha netewa demokratîk hatiye avakirin, ew jî xwe dispêre fikrê Ocalan yê ji bo azadiya tevahî gelan.

”Ji bo avakirina yekîtiya Kurdî em bi israr in”

Hevseroka PYD Eyşe Hiso diyar kir ku PYD’ê gelek xebat ji bo avakirina yekîtiya kurdî daye meşandin û wiha bi dawî kir:

PYD’ê her dem bangawaziya ji bo avakirina yekîtiyê kiriye û têkşiya ye.

Dema em dibêjin em diyalogan dest pê bikin ev yek israra me ya ji bo avakirina yekîtiyê dide diyarkirin.

Sedsala 21’an sedsala serkeftin û hebûna Gelê Kurd e, divê em nêzî hevdu bibin û yekîtiya xwe ava bikin.

Back to top button