Çala reş a herî zû mezin dibe hate dîtin

Lêkolînên zanistî yên li fezayê têne kirin, mereqan zêdetir dike. Space.com ragihand ku çala reş a nû hatiye keşifkirin, bi 500 qatî ji çala reş a li navenda Kadizê mezintir e.

Zanyar îdîa dikin ku çaleke reş a wisa mezin keşif kirine ku Sîstema Rojê dikare bikeve navê.

Li gorî lêkolînerên Zanîngeha Neteweyî ya Awûstralyayê, çala reş her gavê bi qasî Cîhanê ji gerdûnê dixwe.

Lêkolînerê sereke Dr. Christopher Onken ji bo keşfê got, “Derziyeke gelekî mezin a li kadînê.”

Space.comê ragihand ku çala reş a nû hatiye tespîtkirin ji çala reş a li navenda Kadizê bi 500 qatî mezintir e.

Heta ewqas mezine ku ronahî bi xwe jî nikare xwe ji hêza xwe ya kişandinê rizgar bike.

Dr. Onken û tîma wî diyar kir ku çala reş a nû hatiye tespîtkirin ewqasî dibiriqîne ku bi teleskopên amator jî dikare bê dîtin.

Back to top button