Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku rejîma Sûrî bi topavêjên giran derdora gundê Şêrmexar topbaran kir.
Rêjîma Sûrî derdora nuqteya çavdêriyê ya Tirkiyê ya li gundê Şêrmexar ê rojavayê gundewarê Hemayê topbaran kir.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku beriya nîvro jî gundewayê Maret Numan bi obus û moşekan hate topbarankirin.
Topbaran gihişt bajarokên Circinaz, Marşmarîn, El-Tih, Tilmins, Dêra rojhilatê başûrê Idlibê.
Di heman demê de firokeyên keşfê jî li asîmanê Idlibê jî firiyan.
Rejîma Sûriyê ji duh heta vê sibehê gelek herêmên li gundewarên Idlib û Lazîqiye bi muşekan kir hedef.
Ev yek agirbesta li Idlibê binpê dike.