Qamişlo-Dijî komploya navneteweyî ciwan daketin qadan

Bi pêşengtiya ciwanan, li bajarê Qamişlo û Hesekê meş hatin li dar xisitn, Komploya navneteweyî ya dijî Rêber Abdullah Ocalan hat şermezar kirin.
Ciwanan li hemberî planên hêzên komploger soza domandina têkoşînê dan.

Meşa li Qamişlo ji çerxerêya Sonî dest pê kir û bi dirûşmeyan ber bi çerxerêya Şehîd Rûbar dewam kir.

Li wir meş veguherî mîtingê û deqeyeke rêz hat girtin.

Piştre, endama Yekitiya Jinên Ciwan Rosêl Elî li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan daxuyanî xwend û got:

Tecrîda dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tê dijî mirovahiyê ye. Rêber Apo bi sekna xwe ya berxwedêr têkoşîneke bêhempa dimeşîne.

Dawiyê soza şikandina Komploya Navneteweyî ya dijî Rêber Abdullah Ocalan hat dayîn..

Hesekê-Dijî komploya navneteweyî çalakî hat li darxistin

Li bajarê Hesekê jî bi heman armancê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan meşek bi meşaleyan li dar xist.

Meş ji çerxerêya Salihiyê dest pê kir û li dawiya kolana sereke ya heman taxê bi dawî bû.

Li vir jî hat gotin ku bi komployê xwestin roj û azadiya gel tarî bikin, lê negihiştin armancên xwe.

Ciwanên Cizîrê: Têkoşîna me ya ji bo azadiya Rêber Apo wê dewam bike

Back to top button