KCK: Li dijî faşîzm tecrî û dagirkeriyê dem dema azadiyê ye

Konseya Rêveber a KCK’ê li dijî tecrîdê faşîzmê, dagirkeriyê ji bo çarbeşên kurdistanê ‘Pêngava Azadiyê’ ku wê 12’ê Îlonê de destpê bike ragihand.

KCK’ê di çarçoveya pêngava giştî ya azadiyê de, ji bo Rojava jî slogana ‘Bes e ji dagirkeriyê re, dem dema parastina şoreşê ye’ pêşniyar kir û got: Divê hemû pêkhateyên Rojava bi vê sloganê ji bo dawî dagirkeriya tirk bînin û şoreşê biparêzin têkoşîna xwe mezin bikin

Konseya Rêveber a KCK’ê Ji bo dawî li xeteriyan bînin, ji bo jiyana azad û demokratîk biafirînin, ji 12’ê Îlonê û pê ve li Kurdistanê û li her welatên ku Kurd lê ne, bi slogana ‘Bese ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ Pêngava Azadiyê dide destpêkirin

KCK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li ser şerê cîhanê yê sêyemînê ku 1991’î de bi destwerdana Sedam Husyîn ve destpêkir 30 sal derbasbû.

KCK’ê destnîşan kir ku di şerê cîhanê yê sêyemîn de DYA piştî komploya navnetewî ya li hemper Rêber Apo di projeya ji nûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de rolek da desthilatdariya AKP’ê û got.

“Desthilatdariya faşîst û Îslama siyasî AKP’ê jî ev rol ji bo qirkirina kurdan û tasfiyekirina PKK’ê girt ser xwe; bi projeya çokdanînê û tifaqa MHP û Ergenekonê heta roja meya îro didomîne.”

KCK’ê êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a li ser beşên kurdistanê mînak da û got:

“Ev êrîşên li ser Rojava, Başûrê Kurdistan, Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal û Mexmûrê encamê vê polîtîkayê ye.

Divê hemû kurd êrîş û polîtîkayên xwe yên li ser Kurdistanê wek pirsgirêka xwe ya man-nemanê bibîne. Ger wek pirsgirêka xwe nebîne wê nikaribe pêşiya qirkirinê bigre.”

KCK: Divê rojava jî ji dagirkeriyê re bêje bese

Her wiha KCK’ê di çarçoveya pêngava giştî ya azadiyê de ji bo rojava jî slogana ‘Bes e ji dagirkeriyê re, dem dema parastina şoreşê ye’ pêşniyar kir û got:

“Dewleta Tirk bi êrîşên xwe nîşan dide ku dixwaze hemû rojava dagir bike û şoreşa rojava têk bibe. Divê gelên li Rojava bi xurtî tevlî vê pêngavê bibin, bi pêkanîna vê hemlêye dawî li dagirkeriya Tirkiyê bînin û şoreşa rojava biparêzin.”

KCK’ê li dijî polîtîkayên qirkirinê balkişand li ser girîngiya yekîtiya kurd û diyar kir ku eger kurd yekîtiya xwe xurt bikin, dikarin bibin ew gelê herî serketî yê Rojhilata Navîn.

Back to top button