Balafirên şer ên dewleta Tirk gundên Herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê, bombebaran kirin û ziyanek mezin li herêmê kirin.
Êrîşa balafirên şer a dewleta tirk a dagirker di saetên piştî nîvro de bi dijwarî li gundên Bêrkim, Xelîfan û Sîran ên Herêma Biradostê ya girêdayî Hewlêr, pêk hat.
Li gorî agahiyan bombebaranê, ziyanek mezin gihandiye jîngeha herêmê.
Balafirên dewleta Tirk a dagirker di 16’ê Çileyê de jî gundê Sinînan ê Biradost bombebaran kirin.