Petagon: Opersynên leşkerî li derveyî welêt didomin

Cîgirê serokê Desteya Erkan a Hevebeş a Amerîkayê John Hayton diyar kir ku belav bûna Vîrûsa Corona wê li pêşiya oprasyonên Emerîka yên leşkerî nebin asteng.

John Hayton di civînek çapemeniyê de ragihand ku belav bûna vîrûsa Corona wê ti bandor li ser operasynên Amerîka li tevahî cîhanê neke û diyar kir ku wê operasyonên leşkerî weke xwe bimînin.

Hayton got:

“Hejmara leşkerên Amerîkayê ku li derve bi vîrusa Corona ketine tenê çend kes in.”

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê jî roja çarşemê bi daxuyaniyekê diayr kir ku Wezîrê Parastinê Mark Esper ferman da ku tevgera xebatkarên Pentagon çi sivîl, çi leşkerî yên li derve dibin, 60 rojî werin cemidandin.

Her wiha destnîşan kir ku cemidandina endamên malbatên xebatkaran ku li derve dijîn jî digire nava xwe.

Back to top button