Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê jimara berakiyên belavkirina nan li bajarê Qamişlo zêde kir.
Hevseroka Desteyê Mîdya Osê diyar kir ku ji bo sivikkirina qerebalixa li ser firneyên nan û li ser daxwaze xelkên bajar, hejmara berakiyan hat zêdekirin.
Li gorî, Mîdya Osê, jimara berakiyên nan li Qamişlo ji 19 bû 24.
Ji bo saetên belavkirina nan jî, wê ji 7:00 heta saet 13:00’n be.
Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê Mîdya Osê da zanîn ku ew niha hewl didin kulîteya nan jî baş bikin.