Şengalî cejna Çarşema Sor li ser axa xwe pîroz kir

Tevî hemû zext û gefên li ser Şengalê jî, Şengalî li geliyê Solaxê bi şahiyekê cejna Çarşema sor pîroz kir.

Li gorî baweriya Êzidiyan, 7’ê Nîsanê cejna Feqîra ya li gorî salnameya kevn e. 14’ê Nîsanê jî li gorî babê Şêx Mîladî ye.

Cejna Çarşema Sor ji bo Êzidiyan cejna herî naskirî ye. Her sal di yekemîn Çarşema meha Nîsanê de ya li gorî salnameya kevn tê pîrozkirin.

Êzidî dibêjin ku Xwedê her sal melekekê rê dike rûyê erdê, ji bo ku nebaşiya li nav mirovan ji holê rake û başî û xweşiyê belav bike.

Li gorî ola Êzidiyan, di meha Nîsanê de cîhan hatiye afirandin û nabe ti kes di vê mehê de bizewice.

Di cejnê de, civaka Êzidî hêkan dikelinin û rengereng dikin, ew hêk jî temsîla pirrengiya gerdûnê ye.

Back to top button