Li Emerîka êrîşên çekdarî di 2 êrîşên cuda de, 6 kes hatin kuştin

Li eyaleta New Jersey a DYE’yê di du êrişên cuda yên çekdarî de, yek jê polîs, herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest da. Her du êrişkar jî ji aliyê polîsan ve hatin kuştin.

Êrîşên çekdarî li taxa Greensvîlle ya bajarê Jersey Cîtî yê eyaleta New Jersey a li bakur rojhilatê DYE’yê pêk hat û nêzî 2 seatan dewam kir.

Şaredarê Jersey Cîty Steven Fûlop anî ziman ku li firoşgeha Kosher Supermarketê de gelek kesan jiyana xwe ji dest da.

Fûlop ragihand ku yek ji êrîşan li derdora goristana bajêr pêk hatiya.

Ev êrîş piştî 4 rojan ji êrîşa li eyaleta Florîda ku di encam de 3 kesan jiyana xwe ji dest da, pêk hat.

Leave a Reply

Back to top button