Li Dêrikê çalakiyên konê berxwedan û rûmet didomin

Şêniyên Tirbespiyê û endamên Yekitiya Werzîşê ya Qamişlo berê xwe dan Konê Berxwedan û Rûmetê ku di roja sêyemîn de li Dêrikê li dar ketiye.

Piştî şêniyên Tirbespiyê û endamên Yekitiya Werzîşê gihişt Konê Berxwedan û Rûmetê çalakiyên roja sêyemîn dest pê kirin.

Piştre sînevîzyonek têkildarî axaftina Rêber Ocalan li ser rola ciwanan di şoreşan de hate pêşandan.

Her wiha di çalakiyê de navenda Dicle ya Çand û Hunerê gelek stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.

Di çalakiyan de, endamê rêveber ê Tevgera Ciwanan a PYD’ê li Tirbespiyê Hisên El-Şêx axivî û got:

“Armanca me ji vegirtina Konê Berxwedan û Rûmetê destekdayîna ji hêzên gerîlayan re ye.”

El-Şêx diyar ciwan li hember êrişên dagirkeriyê ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê bê deng namînin.

Tê payîn ku wê sibe şêniyên Qamişlo berê xwe bidin Kon û çalakî wê bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.

Back to top button