Li Fransayê 7 Kurd hatin girtin

Li Fransayê zext û êrîşên li ser Kurdan dewam dikin. Ji 13 welatiyên Kurd yên ku hatibûn binçavkirin 7 kes hatin girtin.

Çend roj berê li bajarên Marsîlya, Parîs û Draguîgnanê di serde-girtina malan û saziyan de 13 Kurd hatibûn binçavkirin.

Piştî lêpîrsînê ji 13 kesan 7 hatin girtin.

Piştî ku serê meha Adarê Serokê AKP’ê Erdogan û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron hevdîtîn pêk anîn zext û êrîşên Fransayê yên li ser Kurdan jî zêde bûn.

Rêxistinên Fransî: Divê zextên li ser Kurdan bi dawî bibe

Li aliyê din sazî û rêxistinên Fransî jî nerazîbûn nîşanî zextên li ser Kurdan dan û diyar kirin Fransa bi heman hişmendiya dewleta Tirkî ya dagirker, bi ser malên Kurdên li Fransayê de digire û çalakvanan binçav dike.

Rêxistinan li ser vê yekê, bang li Fransa û YE’yê kir ku êrîşên li ser Kurdan û dozên ne-heq ên li dijî wan rawestînin.

Rêxistinan bang li raya giştî ya navnetewî jî kir ku rejîma Erdogan li ser sûcên dermirovî yên li dijî Kurdan, ceza bikin û PKK’ê ji lîsteya terorê derxin.

Partiya Lîberal a Swêdê wê zextên polîsan ser kKrdan li parlementoyê nîqaş bike

Li aliyê din jî nûnerê komeleyên Kurd bi Partiya Lîberal a Swêdê re civiya.

Hat ragihandin jî ku wê Partiya Lîberal a Swêdê zextên polîsên Swêdê yên dijî Kurdan li parlementoyê nîqaş bike.

Back to top button