Artêşa dagirker gundê Um El-Kêf topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser hermê didomîne.
Doh careke din gundewarê Til Temirê topbaran kir.

Artêşa dagirker doh sawamayê genim yên gundê Um El-Kêf yê girêdayî navçeya Til temir topbaran kir

Di encama topbaranê de zirarên madî gihîşt sawamayê genim.

Artêta dagirker doh heman rojê bi obîs û hawanan gundê Mihsenlî yê Minbicê topbaran kir.

Di encama topbaranê de ziyanên madî gihîşt erd û zeviyên şêniyên gund.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrişan da û di encam de çeteyek hate kuştin.

Back to top button